5 November 2026 - 23:46
Source: Roj News
Bafil Talebanî: Ji hikûmetê vedikişîn

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Bafil Talebanî ragihand ku ew îtiraf bi civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê nakin û daxwaz ji PDK’ê kir ku dawî li tevgera hêzê bîne û got: “Em ji vê hikûmetê vedikişin.”

Piştî civîna Meclisa Rêveberiya Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) bi tevlîbûna serokê wê Bafil Talebanî û şûnde berî niha Bafil Talebanî peyameke bi dîmen ser civînê da.

Bafel Talebani ragihand ku wan gelek caran li Hewlêrê bi berpirsan re hevdîtin pêk anîne û got: “Her carê ku pêşketin çêbûye di hevdîtinan de têk çûye, parlamento li hev neciviyane. Lê belê di nav PDK’ê de hatiye isbatkirin ku nizanin hikûmraniyê bikin, me berê gotibû tişteke wiha bibe, em îtiraf pênakin.”

Talebanî wiha domand: “Îro rêveberiya YNK’ê desthilat da min û em radigihînin ku em îtiraf bi vê civînê nakin. Ev hikûmet têk çûye. Lewma biryara me ewe ku em ji vê hikûmetê vekişin. Em ji her qurbaniyê re amade ne. Em bi çareserkirina pirsgirêka Rojava û pêvajoya aştiyê û birayên xwe yên li Rojhilat ve mijûlin.

Peyameke min ji we re heye; we biryareke neheq da. Ez ji we re dibêjim, gel netirsînin. Dest ji liv û tevgera hêzê berdin, Em civînê û hikûmeta ku dê di encama vê civînê de were avakirin nas nakin. Ez ji wan dixwazim ku me neçar nekin ku bertek nîşan bidin. Ew çi postê li Hewlêrê destnîşan bikin, emê li Silêmaniyê destnîşan bikin.”

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha